Li Nemsayê Federasyona Revenda Kurdistanî Hat Damezrandin

22/07/202

Di roja 20´ê meha 7´an 2024´an da li Vîenê nûnerên Navedên Salzburg, Lînz û Vîenê hati ba hev Federasyona Revenda Kurdistanî li Nemsayê ava kirin.
Civîn ji aliyê Mamoste Şerîf ve hate vekirin piştî xulekek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê civîn li gor rojeva xwe berdewam kir.
Serokê Navenda Vîenayê Cemal Omerî jî bi xêrhatina mêvanan û nûnerê Konfederasyonê kir û bi kurtî li ser xebata Navenda Vîenê, civînê agahdar kir.
Piştra sekreter û berpirsê karên rêxistinî Kovan Amedî, li ser kar û xebatên Konfederasyonê, erkên Navend û Federasyonan, wek endam çine axaftinek pêşkeş. Pişti axaftina Amedî, ji beşdaran gelek pirs hatin kirin. Pirsên endam û nûneran yek bi yek hate dayin. Piştî pirs û bersîvan bêhnvedan çê bû.
Di rûniştina duwem de organên Federasyonê ji aliyê nûneran ve hatin hilbijartin. Kesên hatin ji bo organan hatin hilbijartin, navên li jêr in:
Komîteya Birêvebir
1-) Kadar Cîhangîr
2-) Memo Xaço
3-) Cemal Omerî
4-) Cuma Birahîm
5-) dr. Ferhat
6-) Merwan Alî
7-) Îsa Oskan
Cîgir
1-) Husên Huso
2-) Îdrîs Resûl
Komîteya Rawêj
1-) Mehemed Zoro
2-) Ebdulkerîm
3) Stan El Alî
Komîteya Çavder
1-) Dr. Musa Mele Musa
2-) Besam Derwêş
3-) Hozan El Osman
Pêsîste bê gotin kongre bi ewayek serkeftî û dilgeş bi dawî bû.

Navenda Revenda Kurdistanî li Linzê Kongreya Xwe Pêkanî

Di roja 13.01.2024´an de bi beşdariya 50 kesan û ji wan 7 endamn ve kongreya xwe li bajarê Linzê li dar xist. Kongre hat vekirin û piştî deqqeyek rêzgirtin ji bo ruhê şehîdan, bo bi rêvebirina kongrê sekreter û berpirsê karên rêxistinî Kovan Amedî hatê dawetkirin.

Kovan Amedî, li ser navê Konfederayonê bi xêrhatinek li mêvanan kir û li ser vizyona Konfederasyonê, li ser kar û xebatên Konfederasyonê axaftinek pêşkeş kir. Piştî axavtinê bersîva pirsên beşarên kongreyê ji aliyê Kovan Amedî hat dayin.

Navênd endamên nû û kevin hate tomarkirin. Dest bi hilbijartina Komîteya Birêvebir hate kirin. Ji bo komîteye Birêvebir nav hatin pêşniyarkirin. Li gor destûrê diviya 7 kes bûna, lê gava daxwaz zêbû, bi biryara kongreyê li ser 11 kesan biryar hate dayin.  Her 11 kes jî wek paket hate dengdanê û ji aliyê kongreve bi piraniya dengan ve hatin hilbijartin. Di hilbijartina Komîteya Birêvebir de Kurdên ji hemû beşên Kurdistanê li ber çav hate girtin.