Mir Celadet Alî Bedirxan 14 Ocak 2020, 17:19

Bi Kovara Hawarê re cara yekem alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî li kêleka alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî dest pê kir.
Mir Celadet Alî Bedirxan
Jidayikbûn/Celadet Alî
Bedirxan
26ê/nîsana/1893an
Stembol, Împeratoriya
Osmanî
Mirin/15ê tîrmeha 1951ê (58
salî)
Şam, Sûrî
Pîşe/Siyasetmedar,
Rojnamevan û Kurdnas
Serdem/Sedsala 20an
Rêxistin
Xoybûn
Bandorbar/Eliyê Herîrî,
Ehmedê Xanî, Melayê
Cizîrî, Melayê Bateyî
Bandorker/Wêjeya kurdî,
Mehmed Uzun
Hevjîn/Rewşen Bedirxan
Dê û bav
Emîn Alî Bedirxan (bav)
Senîha Xanim (dê)
Malbat/
Malbata/Bedirxaniyan
26ê nîsana 1893an, Stembol − m. 15ê tîrmeha
1951ê, Hêcanê, Şam) siyasetmedar,
rojnamevan û zimannasê kurd e. Celadet
kurê Emîn Alî Bedirxan û Senîha Xanimê ye.
Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan
Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê
nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê
lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye
û li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî
weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha
wêjeya kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe
ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên
neteweperwerane bû, ew endamê Xoybûnê
û yek ji damezrînerên wê bû. Piştî şerê
Bedirxaniyan dijberî Siltan Ebdilhemîdî, tevî
malbata xwe ber bi Yemenê ve hate sirgûn
kirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza tirk bi
serokayetiya Mustafa Kemal Atatürk bi
serkeft, mafên kurdan hatin berbendkirin, di
vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî
Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û
lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û
Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi
xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind
qedand û bawernameya doktoraya Hiqûqê
wergirt. Di sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û
dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata
Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji
beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû.
Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van
zimanan jî dizanibû: îngilîzî, fransî, almanî, tirkî,
farisî, erebî, rûsî û yewnanî. Kovarên Ronahî û
Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.
Berhem
Elifba Kurdî
Rêzimana Kurdî
Rûpelên Elfabê
Ferhenga Kurdî
Rêzimana Elifbaya kurdî
Dîbaca nimêjên îzêdiyan
BERHEM
Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê
sedsala 20ê da bi Celadet, Kamiran û Rewşen
Bedirxan ve destp êdike û xeleka vê malbata
serhildêr ya dawiyê ye. Bêguman di xeleka
dawin a Bedirxaniyan da Celadet Bedirxan
cîhê heri giring digre. Celadet Alî Bedirxan an
jî bi navekê din Mîr Celadet li 26ê Nîsana sala
1893ê li Stenbolê hate cîhanê. Bavê wî
ramyar û rewşenbîrê navdar Emîn Alî Bedirxan
e ku ew jî yek ji kurên Mîr Bedirxan e.
Dema Celadet ji dayik bû, malbata wî li
Stenbolê li sirgûnê bû. Dayika wî Senîha
Xanim Çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Mufetişê
Dadgeha Stenbolê bû. Her wiha, wî li wan
salan da di nav tevgera kurdan da jî cihekê
giring digirt.
Ji ber ku Osmaniyan qedexe kiribû malbata
Bedirxanî biçin Kurdistanê, Emîn Elî ji bo
gihandina zarokên xwe bi çand û zimanê
kurdî ji Kurdistanê çîrokbêj dengbêj û
mamostayên ziman û qerwaşan dianîn. Yek ji
wan nivîskaran jî helbestvanê navdarê kurd
Hecî Qadirê Koyî bû ku ew mamosteyê
serekiyê zarokên Emîn Elî Bedirxan bû.
Celadet tevî xwîşk û birayên xwe yên din li ber
destê wan mezin bû. Her wiha Bedirxanî ji
Stenbolê bi malbatên li sirgûnê yên wekî
Şemzînî, Babanî û Cemilpaşayan re jî
hevalbendî dikir.
Osmaniyan li malbata Bedirxan gumanan
dikirin. Lewma karê fermî didan ber wan û her
tim cihê wan diguherandin. Celadet di
zaroktiya xwe de tevî bavê xwe di van
Malbata Bedirxaniyan (1880)
Bi çavkaniyên dîrokî hatiye zanîn
ko Malbata Bedirxaniyan di
nava civaka kurdan de xwediyê
paşerojek pir girîng u kevnare
ne. Evê malbatê di nava gelê
kurd de her demî bi rûmet jiyan
kirîne û bi vê rûmeta xwe jî cihekî
xwe yê girîng di dilê wan de
vekirîne. Bi taybetî di herêma
Botan de bi demsalan
hikumraniya xwe berdewam
kirîne u dem bi dem ew
hikumraniya wan fireh bowiye
gihaye gelemperiya cografiya
Kurdistanê. Paşeroja wan ya
dirêj de çawa gelek rojên wan
yên bi rûmet u serkeftî
çêbowîne, rojên wan yên pir bi
tengasî derbazboyî jî çêbowîne.
Ev rastiyek ya dîrokî ye. Pirtoka bi
navê “Emîr Bedirxan” de wekî
hatî diyar kirin, di demê
Osmaniyan de ev malbat rastê
dû felaketên mezin hatîne:
Felaketa yekemîn di demê
Yawuz Siltan Selîm de çêbowîye.
Malbat tevayî bi komkujî hatine
qirkirin, ji wan tinê dû zarok ji
aliyê gel ve li herêma Şirnex
hatine veşartin u bi vî awayî ji
komkujiyê hatîne parastin. Ev
herdu zarok piştî mezinbowînê li
mîrasê malbata xwe xwedî
derketîne u xwe gihandîne astek
bilind u layîqê malbata xwe.
sirgûnan da derbas kir û li bajarên wekî
Stenbol, Îsparta, Edirne, Qonye, Aqqa, Nahlûs
û Selanîkê geriya.
Di 18 saliya xwe da Celadet li Stenbolê dest bi
dibistana Medresaya Harbiyê dike. Di salên
Şerê cihanî yê yekem da ew wekî mamosteyê
gihanidina zabitan xebitî û di ser da li eniya
Qefqasê li dijî Rûsan şer kir.
Piştî ku di encama şer da Împeratoriya
Osmanî têkçû, û di nav welatparêzên kurd da
pêvajoya rêxistinê destpêkir, Celadet li
Stenbolê ket nav karên siyasî û bû yek ji
hîmdarên Komela Vêkxistina Civaka Kurd. Ew
li pey derfeta damezrandina dewleteka kurdî
bûn.
Piştî şer dewletên serkeftî yên wekî Brîtanyayê
li Kurdistanê ketin hin hewldanan. Celadet li
sala 1919ê tevî birayê xwe Kamiran û Ekrem
Cemîl Paşa û Faîq Tewfq çû Kurdistanê. Li
cem wan Zabitên Siyasî yên Brîtanî Mîcer
Edward Noel jî hebû. Armanca wan
amadekariyên Peymana Sewrê bû.
Kemalîstan ku ji gera Celadet û hevalên wî
haydar bûn suwar şandin ser wan û ew
mecbûr kirin bizivirin. Celadet di vê gera xwe
da heta Meletiyê li Kurdistanê geriya û li ser
rewşa welat serwext bû.
Di encamê da, li Sewrê, di bin çavdêriya
berdevkê kurdan Şerîf Paşa, hin mafên netewî
hatin nîşankirin. Celadet di vê gera xwe ya
Kurdistanê da di nav eşîran da gelek metelok,
peyv û çîrok jî kom kirin. Li sala l922ê, dema
Kamûran, Sureya û Celadet
Endamên Malbatê
Bedirxanê Evdalxan (1803?
1899?)
Emîn Elî Bedirxan (1851-1926)
Celadet Alî Bedirxan (1897
1951)
Kamiran Alî Bedirxan
Mîqdad Mîdhed Bedirxan
Ebdulrehman Bedirxan
Sureya Bedirxan
Rewşen Bedirxan (1909
1986)
Leyla Bedirxan (1908-1986)
Necîb Paşayê Bedirxanî
Ebdulrezaq Bedirxanî
Sînemxan Bedirxan
Şamil Paşayê Bedirxanî
Kemalîst hatin ser hukmî û Stenbol bidestxist, ji
bo serokên kurdan ku di nav wan da
Bedirxanî jî hebûn, fermana mirinê derçû. Li
ser vê yekê, Celadet tevî birayên xwe
Kamiran, Safter Tewfîq û birazayê xwe Heqî ve
li sala 1923ê berê xwe da Almanyayê û li wir
dest bi xwendina li zaningehê kir. Li sala
1925ê, dema li bakûrê Kurdistanê serhildana
Şêx Seîdê Pîran destpêkir, Celadet ji bo
tevlîbûna serhildanê bi dizî hate Kurdistanê. Lê
heta ku ew giha welat serhildan hatibû
şikestin. Ew careka din bi alîkariya eşîrên koçer
ji Kurdistanê derket û zivirî Almanyayê.
Di vê navberê da, birayê wî yê biçûk Safter li
Almanyayê ji ber nexweşiyê mir. Birayê wî yê
din Tewfiq jî zivirî Tirkiyê û li wir bi zora
Kemalistan paşnavê xwe kir Çinar û ket
xizmeta tirkan. Vasif Çinar birazayê Mîr
Bedirxanî jî di vê demê da ji aliyê Mistefa
Kemalî ve wekî wezirê perwerdeyê hatibû
wezîfedarkirin. Vasif Çinar ji malbata Bedirxanî
hatiye derxistin.
Kamûran piştî hatina Celadetî li Almanyayê
ma û doktoraya xwe ya hiqûqê dawî kir.
Mîr Celadet piştî dawîkirina zanîngeha hiqûqê
bêyî ku doktoraya xwe temam bike hate
Qahîre ya Misrê. Bavê wî Emin Elî li ser doşega
mirinê bû. Piştî mirina bavê xwe çû Beyrûtê û li
wir bicîh bû. Di van rojan da, li Sûriyê û
Beyrûtê gelek rewşenbîrên kurd civiyabûn.
Kemalîstan pistî serhildana Şêx Seîdî careka
din berê xwe dabû rewsenbîrên kurdan. Yên
ku ji ber kêra wan filitîbûn, berê xwe dabûn
binxetê.
Celadet Bedirxan û
birayê wî Sureya
Bedirxan
Piştî hilweşîna Împaratoriya
Osmanî, Mîr Celadet Alî
Bedirxan ku tevî hewldanên
xwe yên neserkeftî hewl dida
eşîrên Kurdan bike yek, di
sala 1922an de ligel birayê
xwe Kamuran Bedirxan çû
Almanyayê. Celadet Alî ku li
Almanyayê xwendina xwe
berdewam kir, yekem car di
sala 1925an de çû Qahîreyê
û piştî demekê li Sûriyê ku di
bin fermana Fransiyan de bû
bi cih bû.
Bedirxan tevî Haco Axa,
Ekrem û Kadrî Cemîlpaşa û
ronakbîrên kurd ên pêşeng di
avakirina Xoybûnê de li Sûriyê
roleke çalak lîst.
Celadet piştî ku hate Beyrûtê ket nava
tevgera welatparêzên kurd. Di vê navberê
da, hewldanên damezrandina rêxistineka
neteweyî jî destpêkiribû.
Piştî tevlîbûna Celadet, li 5ê îlona sala 1927ê li
Libnanê li bajarê Bêhemdûnê kongreya
damezrandina Xoybûnê pêkanî. Di nav
damezrênerên Xoybûnê da ji bilî Celadetî
rewşenbîrên wekî Dr. Nurî Dêrsimî, Qedrî Can,
Dr. Nuredîn Zaza, Memdûh Selîm Wanî,
Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa
û serekên herêmî yên wekî Haco Axa, Emînê
Perîxanê, Mistefa Şahin Begê Berazî,
Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn.
Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ku ew ji bo
piştgiriya serhildana Agiriyê li herêma sinorê
binxetê têkevin nav hewldanên leşkerî.
Bi vê armancê Celadet tevî Haco Axa û Resûl
Axayê Miheme li herêma Torê tevî suwarên
kurd êriş birin ser qereqolên tirkan.
Lê ji ber ku ew negihiştin armancên xwe,
Celadet berê xwe da Çiyayê Araratê û tevî
serhildêrên Serhedê bû. Li dûmahiyê, ev
serhildan jî têkçû û wî tevî Ihsan Nûrî Paşayî
xwe avêt Îranê.
Li Tehranê Şahê Îranê Mihmed Reza Pehlewî
xwest wî bi hin bertîlan ji tevgera kurdan dûr
bike û li devereka cîhanê jê ra konsolosiya
Îranê pêşniyaz kir. Ji ber ku Celadet ew
daxwaza Şah qebûl nekir, ew her wê demê ji
Iranê hate derxistin. Piştî Îranê, Celadet
Celadet Bedirxan,
Diyarbakırlı Bedri
Cemîlpaşa, Haco Ağa ve
Emin Ağa
Di sala 1930an de Bedirxan
ji karê siyasî dûr ket û giranî
da ser xebatên xwe yên li
ser kurdî û di 15ê Gulana
1932an de kovara Hawarê
derxist û 15ê Gulanê roja
derketina yekemîn
hejmara Kovara Hawarê
her sal wek "Roja Zimanê
Kurdî" tê pîrozkirin.
Bi Kovara Hawarê re cara
yekem alfabeya kurdî ya
bi tîpên latînî li kêleka
alfabeya kurdî ya bi tîpên
erebî dest pê kir. Kovara
Hawarê ku 23 hejmarên
wê yên ewil bi herfên latînî
û erebî hatin weşandin, ji
hejmara 24an pê ve bi
tevahî bi tîpên latînî
derket.
demekê li Başûrê Kurdistanê û li Bexdayê ma.
Lê Înglîzan nexwest ew li Iraqê bimîne û rê li wî
tengkir. Ew careka din jî bi neçarî zivirî Sûriyê û
li Kurdistana rojava xebata xwe meşand.
Li wir tevî endamên malbata Cemil paşayan,
Hemzeyê Muksî û Haco Axa bi navê Civata
Alikariya kurdên Belengaz komeleyek
damezrand. Armanca wan ew bû alikariya
kurdên ku ji bakûr revîbûn bikin. Sûriyê wê
demê di bin dagirkeriya Fransayê da bû û
têkiliyên Fransî û Kemalîstan baş bûn. Ji ber
zixtên tirkan, fransiyan jî nedixwest ew li
Kurdistanê bimîne. Li tebaxa sala 1930ê tevî
rewşenbîr û serhildêrên kurd ên din bi zorê li
Şamê hate bicîhkirin.
Xebatên siyasî ên bêencam û dorpêçana
dewletên serdest berê Celadetî dabû rêyeka
din. Rewşa herêmê jî êdî dest nedida ku kurd
ji bo hevkariyê dewleteka alîgir bibînin an jî
serhildaneka neteweyî birêbixin. Hin sedemên
din jî ku Celadet her bi rewşeka nû ve dehf
dabûn, rewşa navxweyî ya kurdan bû. Di nav
kurdan da xwendin û nivisandin û karê
rewşenbirî gelek kêm bû. Li dûmahiyê, ew
gehişt bû wê baweriyê ku ji bo şiyarkirina
kurdan divê karê rewşenbîrî bike û biryara
xwe da.
Li rojên sirgûniya Şamê Celadet dest bi karê
zimanzanî û çêkirina elfabêyeke kurdî kir. Li
gor fikra Celadetî, ew li encama muqayeseya
gelek ziman û elfabêyan gihişt hindê ku
elfabeya latînî dikaribû berî li nivîsîna kurdî
vebike. Ji xwe ew ji sala 1919ê ve xwedî vê
Celadet Ali Bedirxan,
Rewşen Bedirxan
Alfabeya kurdî ya latînî ya ku
îro kurd bi kar tînin cara
yekem di kovara Hawarê de
hatiye bikaranîn.
Kovara Hawarê bi awayekî
rêkûpêk nivîsên bi soranî, bi
piranî bi kurmancî û
hejmareke kêm jî bi zazakî
diweşandin.
Berevajî çapemeniya kurdî ya
serdema osmaniyan, Hawarê
gotar bi tirkî nediweşand, lê
beşa wê ya fransî hebû û hin
gotarên kurdî jî wergerandin
fransî.
baweriyê bû û li Almanyayê li ser etîmolojiyê jî
xebitîbû.
Helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe
kovarek ji wî ra lazim bû. Li sala 1931ê ji
dewleta Fransî destûr girt ku li Sûriyê kovarekê
derbixe.
Piştî amadekariyan, li 15ê gulana 1932an
hejmara yekê ya Hawarê gihand
xwendevanan. Armanca Mîr Celadet ewe bu
ku alfebeya kurdî-latînî bi vê kovarê li
seranserê Kurdistanê belav bike. Mîr Celadet li
kovara Hawarê de jî diyar kiriye ku ji bo
yekxistina alfabeya kurdî çendîn name ji bo
Tewfîq Wehbî nivîsandine, lê mixabin tu bersîv
wernegirtiye. Ji ber wê yekê jî li kovara
Hawarê de dest bi nivîsandina zaravayê
Soranî (latînî) kiriye.
Her li wê salê kitêba xwe ya gramerê ya bi
navê "Bingehên gramera kurdmancî" çap kir.
Celadet Bedirxan li Şamê di rewşeka nebaş
da dijiya. Kemalistan li Tirkiyê dest dabû ser
hemî mal û mulkê malbata wan. Celadet ji
ber sedemên aborî mecbûr ma ku
mamostetiya zimanê Fransî û parêzeriyê bike.
Ew li kolana Salihiye di odeyekê da dima. Ev
ode navenda Hawarê, mêvanxane û cihê
razanê jî bû. Çavên wî li bendê bûn ku
careka din derfetekê bibîne ku bikare biçe
Kurdistanê. Lê piştî ku serhildana Malbata
Eliyê Yûnis jî hate tefandin, wî fahmkir ku di
paşeroja nêz da ew derfet çênabe.
Berga kovara Hawarê
Kovara Hawarê hem ji bo
standardkirina zimanê kurdî û
hem jî ji bo perwerdekirina
kadroyên nivîskariya bi zimanê
kurdî bû dibistan. Ji xeynî
Celadat Bedirxan, di nav
kadroya nivîskariya Hawarê
de gelek kurdên navdar ên
wek birayê wî Kamuran
Bedirxan, Osman Sebrî,
Nûreddîn Zaza, Cegerxwîn û
Kadrî Can hebûn. Hawarê ku
57 hejmar derxistibû, di sala
1943an de weşana xwe
qedand.
Di sala 1942an de Bedirxan li
Şamê li kêleka Hawarê
kovareke kurdî ya wênesaz bi
navê Ronahî derxist. Ronahî ku
di destpêkê de wekî pêveka
Hawarê dihat weşandin, piştî
ku Hawar weşana xwe
rawestand, demekê bi
awayekî serbixwe weşana
xwe domand.
Ji bo vê yekê wî biryara zewacê girt û li sala
1935ê li Şamê bi dotmama xwe Rewşen
Xanimê ra zewicî. Rewşen xanimê wê demê
mamosteyî dikir.
Di zewaca wan da bi navên Cemşîd û
Sînemxan du zarokên wan çêbûn. Her wiha,
kurekê wan bi navê Safter jî hîn di yeksaliya
xwe da miribû. Keça Rewşenxanê ya ji şûyê
(mêrê) wê yê yekê bi navê Useyma bû li ba
wan dima. Ji zarokên Celadet, Cemşîd li
Almanyayê doktorî xwend û li sala 1999ê çû
ser dilovaniya xwe. Ji Cemşîd kurek û keçek bi
navên Kurd û Evîn hene. Kurd li Almanyayê
doktorî qedandiye û niha jî li wir karê xwe
didomîne. Evîn jî çalakvaneka civakiye û ew jî
niha li Almanyayê dijî.
Her wiha, keça wan Sînemxan niha tevî
malbata xwe li Hewlêra paytexta Herêma
Kurdistanê dijî. Sînemxan li gel nivîskar û
endezyarê neftê Salah Sadallah jiyana
hevjîniyê pêkaniye û wê jî du zarokên bi Navê
Dilnaz û Azad heye. Dilnaz li Zanîngeha
Sorbuna Fransa beşa wergeriyê qedandiye û
niha jî li gel zarokên xwe (Ciwan, Mîro, Alan) li
Parîsê dijî. Azad Endezyarê Karebayêye û wî jî
kurek bi navê Alan heye. Ew jî niha li Qeterê
dijî. Sînemxan Bedirxan hewl dide hemû
berhemên Bedirxaniyan kom bike û ji nû ve
çap bike. Heta niha nêzîkî bîst û pênc
berhemên Bedirxaniyan û berhemên hevjîna
xwe Salah Sadallah çap kiriye. Niha
bernameya wê ya herî girîng amadekirina
Ansiklopediya Bedirxan e ku îsal 15ê gulana
2011an li roja derxistina kovara Hawarê
amadekariyên Ansîklopediya Bedirxan hate
Cenazeyê Celadet Bedirxan
hat definkirin
Gora avakerê alfabeya
kurdî ya latînî Celadet
Bedirxan ku di salên 15ê
Tîrmeha 1951ê de dema
ku li gundê Hecanê yê
Şamê cotkarî dikir, bîreke
avê hilweşiya, li Şamê ye.
Piştî mirina wî xebatên
zimanê kurdî yên ku wî di
jiyana xwe de kiribûn li
hev kom kirin.
Dewra felekê li ser me kîn e
Bextê me reş e, kezeb birîn
e
Mesken ji mera niho nivîn e
Binve kezeba min binve lo!
lo!
Mir Celadet Ali Bedirxan
ragihandin. Armanca vê Ansîklopediyayê
ewe ku hemû berhemên Bedirxaniyan li nav
vê ansîklopediyayê kom bike û pêşkêşî
xwendevanên kurdî bike. Useyma jî niha tevî
malbata xwe(sê keç Şîrîn, Nesrîn, Ruşen) li
Beyruta Libnanê dijîn. Bi destpêka Şerê Cîhanî
zextên siyasiyên li ser rewşenbîrên kurd li Sûriyê
careka din destpêkir. Dewleta Fransî di nav
salên 1943ê û 46ê da bi zorê rûniştina li Şamê
li ser Celadet ferzkir. Qedexe bû ku ew ji Şamê
derbikeve. Ev bi zorê rûniştina li Şamê ji aliyê
rejîma Sûriyê ve jî heta 1948ê hate domandin.
Piştî destpêka Şerê Cîhanî yê Duyê Celadet
dest bi karên rojnamevaniyê kir û li sala 1942ê
li Şamê Kovara Ronahî weşand.
Pênç hejmarên Ronahiyê yên pêşîn li ser
nûçeyên Şerê cîhanî bûn. Di demên paşîn da
jî êdi Ronahî kovareka xwerû kurdî bû û bi
nivîsên li ser ziman, wêje û çanda kurd hatibû
xemilandin. Piştî ku li sala 1943ê Hawar hate
rawestandin jî, Mîr Celadet giranî da ser
Ronahiyê.
Hingê birayê wî, Kamiran, jî li Libnanê
kovareka kurdî-fransî bi navê Roja Nû
derdixist. Serpêhatiya_kovara Ronahî jî heta
sala 1945 ê ajot.
Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewşenbîrî da ji
bilî xebatên kovar derxistinê gelek pirtûk jî
nivîsîn. Her wiha, ji bilî kovarên ku wî
derdixistin, di gelek kovarên kurdî û yên
zimanên din da jî nivîsiye. Ji ber tengasiyên
aborî, Mîr Celadet li sala 1950ê li gundê
Hecanê, ku nêzî Şamê bû, dest bi karê
Wêneyê bergê hejmara 24
an a kovarê, ku di 1ê Avrêl,
1934 de ye
Edîtor Celadet Alî
Bedirxan
Kategorî Siyaset,
dîrok
Frequency Mehane
Hejmara yekem 15
Gulan 1932
Hejmara dawîn 15
Tebax 1943
Welatê Sûriyê
çandinê kir. Ji bo debara malbata xwe, ew
mecbûr mabû karekî wiha bike.
Her çende gelek hevalên wî yên dewlemend
hebûn û wan dixwest alîkariya wî bikin jî, wî
alîkarî qebûl nedikir. Li Gundê Hecanê ji bo
avdana pembûyê zeviyên ku diajot bîreka
mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe ra
dinivisîne navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê.
Mîr Celadet li 15ê tîrmeha sala 1951ê li gundê
Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê
û termê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li
Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî li taxa
kurdan li Şamê hate veşartin.
Li van salên dawî de hinek nûçe derdikevin ku
qaşo Celadet Bedirxan ji aliyê dezgehê
hewalgiriya(îstîxbarata) dûgela Suriye ve
hatiye kuştin. Lê belê heta niha tu belgeyek di
vî derbarî de tûneye û zarokên Mîr Celadet
(Sînemxan û Useyma Bedirxan) jî di vî derbarî
de didin zanîn ku ev nûçe bê bingehin û ji
gote gotan pêkhatiye.
Zimanê Kurdî
Xoybûn
Serok Celadet Alî Bedirxan
Di 5ê cotmeha 1927an de li
Lubnanê hatiye
damezrandin
Dîroka girtinê 1946
Îdeolojî netewperweriya
kurdî
Alaya Xoybun
Rêzdar Gazî Paşa,
Rojnameyan demek berê dest bi nivîsandinê kiribûn
ku dê bi minasebeta dehemîn salvegera Komara
Tirkiyeyê efûyeke giştî û berfireh bê ragihandin. We bi
rêya ajanên taybet û rojnameyan hem li hundir hem
jî li qada navneteweyî bi girîngiyeke mezin
propagandaya vê efûyê dikir.
Herî dawî roja soza xwe hat û efû hat ragihandin. Her
kesî bi matmayî dît ku di navbera efûya ku we
amade kir û belav kir û efûya ku we ragihand, hema
bêje ti têkiliya wê tune. Bi vî awayî du efû pêşkêşî
raya giştî kirin. Yek jê efûya giştî û berfireh e ku wek
projeyekê maye, ya din jî efûya bisînor e ku hatiye
ragihandin û cîbicîkirin û hema bêje taybet bi
tawanên asayî ye. Ger îfadeya guncav û guncav be,
hukûmeta komarê dixwest efûyek xurt û bi hêz bide
çêkirin. Nikarîbû zayînê bike û fetus jiber kir (pitikek
astengdar anî dinyayê).
Ji cenabê wî Paşa re zincîreke mentiqî lazim e ku em
pêşî li efûya ku we bi mehan amade kiriye û belav
kiriye lêbikolin û paşê li sedema seqetiyê bigerin û
diyar bikin. Belê, ev pêdiviyek bû ku di hikûmetên
komarê de ji efûya yekem hat îlhamkirin ku wek
projeyek ma. Di serdema komarê ya 10 salan de
Tirkiye şeklekî xerîb girt û rewşa ku di dema agirbestê
de weke dualî dihat îfadekirin, careke din bû rastî. Bi
ferqekê, wê demê dualîbûn di nav sînorên Tirkiyê de
bû. Enqere hemû Anatolyayê dihewîne; Sultan û
wezîrên wî û her weha qeymeqamên şaredariya
bajêr, nûnertiya împaratoriyê li hindirê sînorê Stenbolê
dikirin. Vê carê veqetîn û dualîtî xwe weke yek ji van
herduyan di nava Tirkiyeyê de û ya din li derveyê xwe
nîşan da.
Celadet u Sureya
Paşa Hezretî, ez bûyeran wekî wan tomar dikim. Ji bo
veşartina gemariya rastiyên îskeletkirî, ez peyvên bi
têgînên bê îstîkrar ên ku nermiyê dide maneyê bi kar
naynim, belkî îfadeyên zelal (biwêjên bi wateyên
sabît, zelal û zelal) yên ku têgînên ku heqîqetan wekî
xwe diyar dikin, bi kar tînim. Belê, we dualîteya yekem
bi şikandina Peymana Sewrê û temînkirina yekitiya
welat ji holê rakir. We împaratoriya hilweşiyayî bi
komarekê veguherand. Lêbelê, hûn dikarin bi
naskirina mafên dijberên xwe yên dijberiya qanûnê û
bi parastina wan ji dijberiya wan a li dijî qanûnê, her
du ya yekem bi dest bixin.
Her çiqas bi cezakirina wî xilas bibûya jî we wisa nekir.
We bi peymaneke navneteweyî hin dijberên xwe ji
welatê wan sirgûn kirin. Yên mayî jî bi serê xwe welatê
xwe terikandine. Ev koçberî heya dema nivîsandina
van rêzan didome. Bi vî awayî şêwazê çalakiyê li pey
xwe hişt û dûalîteya yekem ji holê rakir, ev dualîteya
duyemîn afirand.
Ew zilamên ku we di bin navê Sed û pêncî de ji
welatê xwe derxistin û yên ku bi serê xwe koç kirin, li
sînorên başûrê komara we hatin bicihkirin, yanî
derbazî axa hukumetê û behra Spî bûn û heta
Ewropa Navîn belav bûn.
Ev dualîteya nû ya ku ji tedbîrên piştî rakirina
dualîteya yekem derketiye holê, mirov dikare wiha bi
nav bike: Rejîma komarê ya ku ev deh sal in
berdewam dike, du Tirkiye ava kiriye. Yek Tirkiyeya
hundirîn e, ku sînorên sivîl û siyasî (sînorên sivîl û siyasî)
nas kiriye û sînordar kiriye û rêxistineke dewletê ye. Ya
din jî Tirkiye ye ku li welatên derve ti sînorên wê yên
erdî diyar nîne û ji rêxistinbûna dewletê bêpar e. Ez ê
li ser nirx û girîngiya Tirkiyeya derve li gorî Tirkiyeya
hundir nîqaşan nekim.
Bi rastî, xuya dike ku ev xal hema hema bi armanc û
armanca min a rastîn re tune ye. Lê belê ji bo
temamkirina vê beşa nameya xwe ya ku min ji bo
lêkolîna projeya weya efûyê ya yekem bi nêrîneke
giştî veqetandiye, ez ê çend xalên çavdêriyê li ser wê
ragihînim û encamên wan diyar bikim.
Heger hûn hebûna Kurdistanê û mafên dîrokî, netewî
û çandî yên kurdan bi daxuyaniyeke fermî nas bikin û
şirove bikin, wê gavê ji bo çareseriya pirsgirêkê
gaveke mezin û girîng hatiye avêtin. Ger hûn
dixwazin di dema rêveberiya xwe de pirsgirêka
Kurdistanê çareser bikin, yekane rê li gorî cewherê
tiştan e.
ev ew e. Bipejirînin ku ger rêyek din were şopandin,
serkeftina ku were bidestxistin wê ne ji serketina
lehengê ku deryayan di golê de dixeniqîne bilindtir
be. Heger tevî her tiştî hûn ji zarokên Anatolya yên ku
xwîna Mislimanan rijandine û ji ber guleyên
misilmanan mirine neêşin, zanibin ku Kurd jî her tim
xwîn di damarên wan de ye ku ewê bi mirin û kuştinê
birijînin. Heger rêya ku min nîşan daye neyê şopandin,
bi serpêhatî û şikestinan ve tê dîtin ku armanca we
wek serok ne çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê ye,
berovajî vê yekê mezinkirina agirê Kurdistanê ye.
Ey boriya min bileyze, dengê te yê
xemgîn hevalên bê heval û reva
wan a bi koçberiyê re tîne bîra min.
Bazî. De were em bi te re herin
çiyayên bilind.
Bazî. Werin em ji wir silavê bidin
mêrxasên Berazan.
Bilîzin, ey bilûra min, bilûra min a
xemgîn.
Werin em bi avê re bibin yek û herin
deşta Pirsûsê.
Werin em li wir bikevin dilê ciwanan.
Binêre, roj bûye êvar.
Tarî ji nişka ve kete deşt û geliyên
me.
Lê netirse, binêre, ma tu dengê
mêrxasên berbangê ber bi danê
sibê dibihîzî.
Dewrêş nêzîk e. Jixwe rabe.
Celadet Alî Bedirxan - Bilura Min
Ez ji şîrînekê dizanim
Ev xwişka zer e
û rihetî tune
hevale behevalan,
destbirayê şivan û dilketiyan î.
di hevsengiyê de
Yê ku dixwaze hişyar be,
Silava ji hev-veqetiyan,
bikeve û bikeve baxçe
tine birra min.
Ez ji te dizanim,
xemrevîna abandoneserên
dinyayê!
balansa mijarê,
gul û roj têne zanîn,
kaniyên a gul û rihan derîgirtî,
Tu evîndar û evîndar î
guhdarên te çi!
û paşê birêz Elî
Di vê navberê de, ya din
binihêrin.
tevî ku em bûn
Ez zanim ku tu mirovekî
qehreman î
Hey Kevin,
Û bavê min ê delal şiyar bû
û yê ku hûn dixwazin
Were Dotmam
Ji Haco axa re...
Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas
dikit.
Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne. Qurma
bedena min çil Zivistan dîtine. Bi sedan ba û bahosan ew
hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne.
Herwekî dibêjin ciwanî bizaniya pîrî bikariya. Lê pesn ji Xwedê re
ko hêj ewçend ne pîr im ko nikarim.
Wekê ez jî ciwan bûm, simbêl hêj nû avêti bûn ser lêvên min, dilê
min bi hevîniya delalan hildavêt, hon ne yek, ne dudo, ne deh,
ne bîst bûn. Kej û gewr, esmer û genimî, bejnbilind û navîn, kinên
we jî hebûn.
Hon hemî ji min, ji me re bûn. Me kîjan bixwesta, ne ewê, ne
mamên me, ne digotin no. Lê min, me hemîyan nizanî bûn.
Çavên me bi we, bi bedewîya can û giyanê we ne diket.
Me dev ji we berda bûn. Yekî biyanî dihat, hon dixwestin. Me ji
xwe re ne dikir namûs. Hon dibirin. Hon bêqedr dikirin. Di rêzika
dinyayê de hon tayih dibûn. Ev ne sûcê we, lê yê me bû.
Hon di gulistana mala me de gul û bişkojin bûn. Baxvan û
dîdevanên we em bûn. Bihna we a xweş, rengê we ê geş û
birewş tu dibêjî qey ne ji me re bûn. Em pê ne dihesiyan. Me ew
ne didîtin.
Yek dihat, destê xwe drêjî we dikir, hon diçinîn, dibirin. Pêde
welê bû. Hon, gulên gulistana me dihatin çinîn, me guh ne dida,
em pê bendewar ne dibûn.
Rojekê, me hew dît, gulistan bê gul, daristan bê bilbil maye.
Em di himbêza jinên biyanî, hon di bin çengê mêrên nenas de.
Bi vî awayî me xwerûtîya tovê mala xwe, tovrindîya malbata
Azîzan winda dikir.
We zaro dianîn, li me, li xwalên xwe dihatin. Merd, cwanmêr,
xweyrûmet. Ji bavên xwe re namûs dikirin.
Zarowên me li xwalên xwe dihatin. Xwalên wan kurên kê? Ji
kîjan ra û nijadî? Ji kîjan mal û malbatê?
li vir dûman e,
Wan navên me hildigirtin. Yên we ko ji zikê mala me derdiketin li
ser dra bavê xwe şîn dibûn.
û yê ku hûn dixwazin
li vir dûman e,
Û te hevseng daye me,
hevsengiyê
bike û nav kortal û geliyan
û erd vala ye
bihejîne;
û nêçîr qediya
Mesele ev e
Nalinîna me bigehîne
Desta sirûç û diyarbekirê;
Û yê ku ji mafên xwe bêpar
hatiye hiştin;
û dil tijî ye
tev şehina hesab
li me vedigerînin.
bilûra hezar, binêre û bibihîze!
roj chu ava,
ev paşeroj e,
Xifandin û daqurtînin
û hewraniyên wan ên ask û zêrîn
rewş ev e;
û pêlên ava şevê ên reş
Ketine deşt û newalan
heta xewn dît û riswa bû.
qeraca got
kevir piyê şevgera dixapînin
û cureyê laş
Herê dotmam, keçmama çeleng, tu çûyî, hon çûn. Em di destê
jinên biyanî de, hon di bin rikanê mêrên nenas de.
Zarowên we xwarzîyên me ne. Lê ne xwarzinen adetî. Li şer xwal
û xwarzî. Lê ne xwarzîyên me. Ji ber ko ne ji nijadê me ne, xerîbî
wî nijadî ne. Carin hene, neyarên wî nijadê pak in jî.
Belê li şer xwal û xwarzî. Xwal û xwarzî li rex hev, berê wan li
armancekê şer dikin. Xwarzîyên me li me radibin. Berê wan li
berê me ye. Em armanca wan, ew armancên me ne. Heçko
em ji hev re polik in. Bi destên hev, di destên hev de dimirin.
Dotmama delal, ma ne heyf e, xwîna zikê te bi xencera min
bête rêtin. Ma ne mixabin e, kekên te bi berikên berê zikê te
bikevin...
No! no! dotmam, heyranîya pismam, êdî bes e, hew bibe jina
xelkê, bes bibe dêya nekurdnijad, vegere were himbêza
pismamê xwe, paxila kurmamê xwe.
»Vegere« ev ne gotinek rast e. Em nikarin ji te re bibêjin
»vegere«. Ji ber ko tu ne çûyî, me tu rêkirî. Me bi destên xwe tu
hinartî mala xelkê.
Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek
mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike.
Dotmam, min ji te re got ez pîr bûme. Lê pîrîyê ez hişyar kirim.
Buhar ciwanî ye, Zivistan pîrî. Zivistan piştî buharê têt. Di Zivistanê
de Buharinen veşartî hene.
Herê dotmam were, xwe berde himbêza pismamê xwe. Ezê ji te
re, ji Zivistana xwe a sar Buhareke germ çêkim.
Were dotmam, heyranîya pismam were, xwe di germîya dilê
min ê ciwan û ciwanîya min a kevn de bigermîne.
Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe
rewşa jiyîna min a Rewşen.
Celadet Ali Bedirh
tiliya xwe di ortê de asê kiriye.
NIVÎSER LI BER KOMKIRIN
SERHAD BAKUR
Ez dizanim ku,
balansa xwe berde!
dinya, mina zarokekî beşîr,
ket dergusa xwe;
balansa xwe berde, bilûra
min,
Û niha,
em her du yekcar!
bilûra ji tu î.
xemrevîna abandoneserên
dinyayê;
li Rohelatî
Ez meraq dikim gelo cîhan di
asta herî nizm de ye
ji xwe radibe
ji me re
strana azadi û liberta
Kurdistan
binehwirîne,
û hevseng û hevseng, heta,
mîna tîrêjên rojê ên pak û
zêrîn
bike û nav ziman tu rêberiya
min bike.
Ez dizanim ku,
tu î xemrevîna dilketiyên
welêt.
Mir Celadet Ali Bedirxan